Şêrwanî: Em dixwazin yasaya bûdceyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî sererast bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Parlamentoya Iraqê ji Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser pirsa sererastkirina yasaya bûdceyê dibêje, ew naxwazin yasaya bûdceyê were sererastkirin da ku wan razî bike, lê belê ew guhertin dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî yên Herêma Kurdistanê be.

Parlamenterê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Sîpan Şêrwanî ji K24ê re ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel wê yekê ye ku peyva “xerckirina rastîn” di mijara bûdceyê de were rakirin û got: “Di mijara bûdceyê de kêşeyên din jî hene. Eger ew sererastkirin ji bo razîkirinê be, nabe çareserî. Heta ku armanc, ne çareserkirina pirsgirêkên darayî yên Herêma Kurdistanê be, çareserî pêk nayê.”

Şêrwanî eşkere kir ku madeya yekem a yasaya kargêriya darayî, şert û mercan diyar dike, lê behsa “xerciya rastîn” nake û got: “Ev peyv neyasayî û nedestûrî ye.”

Derbarê egera dengdana li ser pirsa sererastkirina yasaya bûdceyê jî, Şêrwanî got: Mijara sererastkirina yasaya bûdceyê heta niha nehatiye parlamentoyê ku bibînin ka kîjan fraksiyona ligel wê ye û kîjan ne ligel wê ye. Ji ber ku ev guhertin pêwîstî bi erêkirina piraniya parlamentoyê heye.

Got jî: “Li gor yasayê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bibe du beş, beşek mûçeyên xelkê Kurdistanê, ku hatiye diyarkirin û ti pêwendiya wê bi xerciyên rastîn re nîne, ya din jî lêçûnên sermayeguzarî û karkirinê ye. Şêrwanî tekez dike jî, eger peyva “xerciya rastîn” ji yasayê neyê derxistin dê, pirsgirêk berdewam bin.

Parlamenterê Fraksiyona PDKê dibêje: “Ev budceya li ser Herêma Kurdistanê hatiye ferz kirin. Me li ser hin tiştan li hev kir, lê tiştên din hatin pejirandin.”

Derbarê çareseriya pirsgirêkan de jî, Şêrwanî tekez kir, çareseriya pirsgirêka bûdceyê ew e ku vegerin civînên berê yên li gel hikûmeta Iraqê ku li ser mijara bûdceyê lihev kirine. Eger nebe, mijara dahata neneftî, pirsgirêka din jî hesabê bankê ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye danîn, ligel mijara dahata petrolê, dê ji bo Herêma Kurdistanê bibin pirsgirêk.