Keleha Xanzad li Hewlêrê
Navenda Nûçeyan (K24) – Keleha Xanzad li ser rêya Hewlêr - Şeqlawa ye, bilindahiya wê ji erdê 40 metre ye û 22 kîlometre li rojhilatê Hewlêrê dikeve.
Dîroka wê vedigere serdema Mîrîtiya Soranê, bi taybetî di serdema Mîr Silêman Beg û Mîr Xanzad de.
Ev keleh ji kevir û qermîd li ser du qatan hatiye avakirin. Çar bircên wê hene û di sala 2007an de ji aliyê Rêveberiya Şûnwariyê ya Hewlêrê ve hatiye nûjenkirin.