Hêzên Urdinê 20 qaçaxçî li ser sînorê bi Sûriyeyê re kuştin û girtin

Pasewanên Sînor ên Urdinê
Pasewanên Sînor ên Urdinê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser sînorê Sûriye û Urdinê, 5 qaçaxçiyên madeyên hişbir hatin kuştin, hinek birîndar bûn û 15 jî ji aliyê hêzên Urdinê ve hatin girtin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, piştî şer û pevçûnên 10 şeva borî li ser sînorê Sûriye û Urdinê, 5 qaçaxçî hatin kuştin, hejmarek birîndar bûn û 15 jî ji aliyê hêzên Urdinê ve hatin girtin.

Diyar kir jî, pevçûn li ser xeta biyabana El-Hemmad û gundê Zîbîn ê li Suweydayê derketin ku di wê rêya re madeyên hişbir derbasî Urdinê û ji wir jî derbasî welatên Kendava Erebî dibin.

Amaje bi wê jî kir, piştî şer û pevçûnên ku 10 demjimêran dom kir, beşek ji endamên girûpên qaçaxçîtiyê karîbûn birevin navxweya Sûriyeyê.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, hêzên Urdinê bareke mezin ji madeyên hişbir yên wekî Captagon û heşîşê desteser kirin û termên kuştiyan jî rakirin û birin.

Ev yek di demekê de ye, jêderekî leşkerî yê Urdinê ragihandibû ku duhî danê berbangê jî şer û pevçûn di navbera wan hêzên Urdinê û grûpên çekdar ên qaçaxçiyan re, li ser sînorê bi Sûriyeyê re derketine.

Gotibû jî, di çend rojên borî de hewlên qaçaxçîtiyê zêdebûne û veguherîne çekdarî jî. Qaçaxçî hewl didin bi darê zorê sînor derbas bikin û hêzên pasewanên sînorî jî armanc digirin.

Ji aliyekî din ve, jêderên îstixbaratî yên Urdinê diyar kirin ku berî du rojan firokeyên Urdinê çendîn êrîşên asmanî li hundirê Sûriyeyê pêk anîne û embar û komgehên qaçaxçiyan kirin armanc.

Berpirsên Urdunê Hizbullaha Libnanî û aliyên din ên hevalbendên Îranê yên ku beşeke mezin ji başûrê Sûriyê kontrol dikin, tawanbar dikin ku li pişt zêdebûna qaçaxçîtiya madeyên hişber û çekan in.