PWK ji bo Bakurê Kurdistanê banga yekîtiya siyasî û civakî dike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Rêveberên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), beriya hilbijartinên şaredariyan ku dê li Tirkiye û Bakurê kurdistanê bên kirin, bang li nûnerên hemû qadên siyasî, civakî û rewşenbîrî kir ku hemû di bin banê Platforma Piştgirî û Parastina Şaristanê ya Diyarbekirê de bicivin û şaredariyên herêmê bi hevparî bi rê ve bibin.

Her ku hilbijartinên şaredariyan ên ku dê di 31ê Adara 2024an de bên kirin nêzîk dibin, li Bakurê Kurdistanê jî liv û tevgera nav Kurdan zêde dibe. Di vê çarçoveyê de ji aliyê Rêveberiya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ve bangeke girseyî li qadên sivîl, siyasî, civakî, rewşenbîrî, sendîqayî û pîşeyî hat kirin ku hemû bibin yek û rêveberiya şaredariyan bi hev re bikin.

Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk ji K24ê re got: “Em dixwazin bila êdî tu kes namzedên diyarkirî ku ji derve hatine, li ser xelkê ferz nekin. Em dibêjin werin em bi hev re namzedan diyar bikin. Namzed ji kîjan siyasetê dibe, ji kîjan ol û meshebê dibe, ew ne girîng e. Me gotiye ku bi awayekî maqûl li ser ziman û nasnameyê rawestin û bê ka em dikarin bajarên xwe bi çi awayî bi rê ve bibin nîqaşan bikin. Bi şaredariyên pirzimanî û pirçandî em bajarên xwe bi rê ve bibin.”

Di banga PWKê de tê gotin ku piştî lihevkirina aliyan, bila civîna yekem di bin navê ‘Platforma Piştgirî û Parastina Şaristanê ya Diyarbekirê’ de li Diyarbekirê bê kirin û piştî wê ev civîn bi awayekî pergalkirî li hemû bajar, navçe û bajarokên Bakurê Kurdistanê bên kirin.

Rêveberên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) dê li ser vê bangê civîna xwe bike û çend rojên din dê biryara xwe bi raya giştî re parve bike.

Rêveberên Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-T) biryara xwe zû eşkere kir û da zanîn ku heger ev bang li gorî armanca xwe pêk were, dê ji bo yekîtiya nav mala Kurdan bibe gaveke baş.

Serokê Giştî yê PDK-Tê Mehmet Emîn Kardaş got: “Heger ku armanc hilbijartinên şaredariyan bin, çi li bajarên mezin, çi li navçeyan, çi jî li bajarokan. Encumenên şaredariyan bin, yên bajêr bin. Heke em bixwazin ku qeyûm neyên ser şaredariyên me, divê em hemû li derekê xwe li ser hev berhev bikin.

Di amadekariyên hilbijartinên şaredariyan de PWKê banga hevgirtina Kurdan kir. Armanca vê bangê jî ew e ku yekîtî ji vê derê dest pê bike da ku xeleka parastinê ya li dora şaredariyên Kurdan dorfirehtir bibe.