Sêrt… şeş welatî ji nav befrê hatin xilaskirin

Sêrt
Sêrt

Diyarbekir (K24) – Li navçeya Xesxerê ya Sêrtê şeş kesên ku di nav befrê de asê mabûn hatin xilaskirin.

Li gor agahiyan, bi sedema barîna befreka bihêz li Bakurê Kurdistanê, rêyên gelek gundan hatin girtin.

Li navçeya Xesxerê ya Sêrtê jî, mînîbasa ku ajotvanê wê Aldulhamît Olgan a de plaqeya ve 56 AAJ 854 e, 6 kes tê de bûn ku dixwest biçin gundê Çorsê lê di nav befrê de asê man.

Piştî agahiyan, tîmên rêvekirinê li hewara wan çûn û rê vekir. Piştî ku rê hat vekirin, ew welatî gihiştin gundên xwe.

Hejayî gotinê ye, rêyên gundên girtî ji aliyê tîmên girêdayî parêzgehê ve tên vekirin.