Ebdula Kiran: Eger Dem partî û AKP li hev bikin, mimkin e AKP bajarên mezin ji CHPyê werbigire

Ebdula Kiran
Ebdula Kiran

Navenda Nûçeyan (K24) – Roj bi roj hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê nêzîk dibin û aliyên siyasî amadekariyên xwe dikin, şarezayekê siyasetê amajeyê dide giringiya rola Dem partiyê û dengên Kurdan di van hilbijartinan de.

Şarezayê Siyasetê Ebdula Kiran ji bajarê Mûşê îro (Yekşem, 7ê Çileya 2024ê) bû mêvanê K24ê û bal kişand ser girinya rola Dem partiyê û dengên Kurdan di hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê de.

Wî li berahiyê bal kişand ser rola Kurdan di hilbijartinên cara borî de û got, “Ev hilbijartinên herêmî cara dawiyê li sala 2019ê hatibûn kirin, hingê partiya HEDEPê ku niha wekî Dem Partî tê naskirin bi rengekê eşkere piştgiya CHPyê kir û CHP li deh bajarên mezin ên rojavayê Tirkiyeyê bi ser keft”.

Ebdula Kiran amaje da, “Namzedê AKPyê yê Stenbolê her çi qas ku wezîrekê kevin bû û niha jî wezîr e, lê di nav xelkî de zêde nayê naskirin û hezkirin, yanî şexsiyeteka xurt nîne”.

Herwesa got, “Ji aliyekî din ve hejmareka mezin a Kurdan li bajarên mezin ên rojavayê Tirkiyeyê heye, ji bo mînak li Stenbolê ji sê parên hilbijêran ji yekî zêdetir Kurd in”.

Zêdetir ron kir, “Çawa ku di hilbijartinên borî de Kurdan meyla xwe da kîjan alî, ew alî bi ser keft. Bi dîtina min, vê carê jî raya Kurdan dê encamên hilbijartinan kifş bike”.

Wî şarezayê siyasî tekez kir, “Eger Kurd careka din meyla xwe bidin CHPyê û Dem partiyê, wê demê ez dikarim bibêjim ku CHP dê bi hêsanî bikare bi ser bikeve. Lê eger Dem partî bi AKPyê re li hev bike, hingê mimkin e ku AKP careka din bajarên wekî Enqere, Stenbol û Izmîrê ji CHPyê werbigire".