Tirkiye 51 penaberên din ên Sûrî dersînor dike

Koçberên Sûrî
Koçberên Sûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatên Tirkiyeyê di 24 demjimêrên borî de 51 penaberên Sûriyê dersînorî bakurê Sûriyeyê kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, desthilata Tirkiyeyê 51 penaberên Sûrî li Stenbolê girtin û di deriyên Bab El-Hewa a li parêzgeha Idlibê re dersînor kirin.

Li gorî zanyariyan, proseya dersînorkirinê bi hinceta ku kesên hatine girtin, belgeyên wan ên Parastina Demkî (Kîmlik) tune ne.

Ji sala borî ve hikûmeta Tirkiyeyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Li gorî rayedarên Tirkiyê, kesên ku ku bi belgeyên wan ên yasayî, çi kartên parastina demkî û çi jî mafê rûniştina demkurt nîn in, tê dersînorkirin.

Lê çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.