Nêçîrvan Barzanî: Em wek Herêma Kurdistanê ji bo Îranê nabin jêdera gefê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Em weke Herêma Kurdistanê, dixwazin pêwendiyên gelek baş bi Îranê hebin. Me hertim tekezî li ser wê yekê kiriye ku em nabin jêdera gefê li ser cîranên xwe bi taybet Îranê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 8ê Çileya 2024an serdana Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê kir û hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên teqîna bajarê Kirmanê yê Îranê ragihand.

Nêçîrvan Barzanî ji rojnamevanan re ragihand, “Em ji bo nîşandana hevxemiya Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya wê, ji ber wê kiryara terorîstî ya ku li Kirmanê hatiye encamdan û di encamê de bi dehan kesên bêguneh şehîd bûne, em hatin û hevxemiya xwe pêşkêşî Komara Îslamî ya Îranê bikin. Em ji wan re sersaxiyê dixwazin.”

Got jî: “Me tekezî li ser wê yekê kir ku divê em berdewam bin li ser hevkarî û karkirinê ji bo jinavbirina terorîstên DAIŞê li navçeyê. Herwiha em alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê bo Iraq û Herêma Kurdistanê di dema hatina DAIŞê de di bîra me de ne û Em spasiya wan hemû alîkariyan dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Komara Îslamî ya Îranê cîranekî me yê girîng e û em hertim dixwazin bi Komara Îslamî ya Îranê re pêwendiyên gelek baş hebin.”

Her wiha got: “Li wan cihên ku pêwîstiya me bi alîkariyan hebûn, Komara Îslamî ya Îranê alîkariya me kir. Li Herêma Kurdistanê jî em tekezî li ser wê yekê dikin ku em nabin metirsî li ser cîranên xwe bi taybet jî li ser Komara Îslamî ya Îranê.”