Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Çileya 2024an pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê Eric Chovalier kir ku bi boneya bidawîhatina erkê wî, serdan kiribû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sipasiya Balyozê Fransayê kir ku ew dema li Herêma Kurdistanê maye, kar ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî kiriye. Herwiha hêviya serkeftinê di erkê wî yê bê de jê re xwast.

Balyozê Fransayê pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hevahengiya bihêz a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel balyozxane û konsulxaneya wî welatî nîşan da.

Mijara sereke ya civînê ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yann Braem jî tê de amade bû, giringiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê bû.

Her du li ser pêwîstiya pabendbûn Iraqê bi sîstema demokratîk û federalî û rêz li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, hevnêrîn bûn.