Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 8ê Çileya 2024an pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê Eric Chovalier kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Fransayê ku ji bo xatirxwestinê û bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdana Serok Barzanî kiribû, xweşhaliya xwe ya ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî nîşan da û spasiya rola Serok Barzanî û piştevaniya wî berdewam di dema karkirina wî de weke Balyozê Fransayê li Iraqê kir.

Her di vê hevdîtinê de, behsa rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û bûyerên vê dawiyê hatin kirin û di derbarê rewşa giştî de nêrînên xwe nîşan dan.

Serok Barzanî spasiya rola berçav a Balyozê Fransayê kir ku karî peywendiyên baş li gel hemû aliyên Iraqî û Kurdistanî dirust bike û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast.

Di derbarê rewşa Iraqê de jî, her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê hikûmeta federal a Iraqê ewlehiya Iraqê û serweriya yasa biparêze. Pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û tedbîrên ji bo baştirkirina wan peywendiyan, mijareke din a hevdîtinê bû.