Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê: Em ji bo arîkariya qurbaniyên Dîwaniyeyê amade ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadehiya wezareta xwe ji bo arîkariya qurbaniyên rûdana sotinê ya nexweşxaneya jinan û zarokbûnê ya bajarê Dîwaniyeyê diyar dike.

Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh (Duşem, 8ê Çileya 2024ê) ragehandinek parve kir, tê de hatiye ku Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî, bi merema arîkariyê ji bo rûdana sotina nexweşxaneya jinan û zarokbûnê ya bajarê Dîwaniyeyê, bi tilefonê peywendî bi Wezîrê Tendirustiyê yê Îraq kir.

Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadehiya wezareta xwe ji bo şandina her pêdivîtiyeka pizişkî û pêşwazîkirina birîndar û nexweşan ragehand.

Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê, ji bo vê pêşengiya mirovdostî û hevahengiyê û peywendiya her du wezaretan, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê kir.

Doh (Duşem, 8ê Çileya 2024ê) çavkaniyeka ewlehiyê li bajarê Dîwaniyeyê ji medyayên Îraqî re ragehand, agirekê mezin berbû nexweşxaneya jinan û zarokbûnê ya wî bajarî, û li dû amarên destpêkî, 4 zarok mirin û 30 zarok jî tûşî tengenefesiyê bûne, zêdebarî birîndarbûna sê kesên din ên mezin.

Li gorî medyayên Îraqî, Wezîrê Tendirustiyê ji ber wê rûdanê biryara derxistina birêveberê wê nexweşxaneyê ji ser karî derxist û daxwaza vekirina rûpelên lêkolînê li ser wê rûdanê kir.