Jivanekê nû ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê tê destnîşankirin

Avahiyê Perlemana Kurdistanê
Avahiyê Perlemana Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê û Serokatiya Herêma Kurdistanê jivanekê nû ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê destnîşan dikin.

Serokê Tîma Rojnamevaniyê ya Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Îmad Cemîl ji K24ê re ragehand, di çend rojên bê de şandeka bilind a Komisyonê bi Serokatiya Herêma Kurdistanê re dicive, bi merema destnîşankirina jivanekê nû ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê.

Pêştir Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 25ê Şibata 2024ê ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê destnîşan kiribû, lê paştir skalayeka dijî qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê amadekariyên Komisyonê ji bo hilbijatinan rawestandin.

Ew skala li dijî pênc madeyên qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatiye tomarkirin ku girêdayî hejmara kursiyên perlemanê, yekbazineyî û pirbazineyî yên hilbijartinan û hejmarên kursiyên kotayan li Perlemana Kurdistanê ne, û ji aliyê Serokê Firaksiyona YNKyê li Gera Pêncê ya Perlemana Kurdistanê Ziyad Cebar û Endamê Kiristiyanan li Civata Parêzgeha Silêmaniyê Amanc Necîb Şemon ve hatine tomarkirin.

Roja 27ê Berçileya 2023ê, Dadgeha Federalî ji bo cara heftê biryardana li ser wê skalayê ji bo roja 21ê Çileya 2024ê paş xist.

Îmad Cemîl tekez kir, ji ber ku Dadgeha Bala ya Federalî zêdetirî heft caran biryardana li ser wê skalayê paş xist, nekarîne amadekariyan ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê temam bikin, lewma daxwaz kiriye jivanekê nû ji bo hilbijartinan bê destnîşankirin.

Li gor zanyarên K24ê jî, Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê di nivîsareka fermî de ji berpirsên Herêma Kurdistanê re ragehandiye, arêşeya darayî heye û Hikûmeta Îraqê ew pereyê ku biryar e ji bo hilbijartinan xerc bike wekî pêdivî dabîn nekiriye, lewma nekariye piraniya rêkaran temam bikin.