PDK û YNK li Kerkûkê naveroka civîna xwe radigehînin

PDK û YNK li Kerkûkê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeka YNKyê li Kerkûkê serdana Liqa Sêyê ya PDKyê kir, paştir Berpirsê Liqa Sêyê ya PDKyê û Berpirsê Melbenda Duyê ya YNKyê li Kerkûkê naveroka civîna xwe ragehand.

Berpirsê Liqa Sêyê ya PDKyê li Kerkûkê Mihemed Kemal di kongireyeka rojnamevanî de got, “Em mizgîniyê didin ku ji niha û pê de em dê bi hev re kar bikin”.

Berpirsê Liqa Sêyê ya PDKyê herwesa got, “Li dû qanûnê, divê em bi pêkhatên din re jî kar bikin û li hev bikin, li ser postê parêzgerî jî heta niha nehatiye diyarkirin”.

Her di wê kongireya rojnamevanî de, Berpirsê Melbenda Duyê ya YNKyê Rewend Mela Mehmûd ragehand, “Em dê serdana hemî aliyên Kurdistanî bikin û em dixwazin li deverên Kurdistanî em hemî pêkve kar bikin û çi arêşe di navbera me de nînin. Divê em li destpêkê navmala xwe rêk bixin, paşî em çi aliyekî di hikûmeta xwecihî de piştguh naxin”.

Di derheqa lihevkirinê de ji bo wergirtina postê parêzgerê Kerkûkê, Rewend Mela Mehmûd got, “Em hemî bi hêviyeka mezin li wê mijarê dinêrin û em dê bizavên cidî bikin”.