Li Edenê erdhejek çê bû
Diyarbekir (K24) – Li Edenê erdhejek li gor 3.7 pileyên Rêxterê çê bû, heta niha tu zirarên giyanî û madî nehatine standin.
Peyamnêrê K24ê li Diyabekirê ragehand, îro (Sêşem, 9ê Çileya 2024ê) erdhejek li Edenê çê bû.
Herwesa got, li gorî agahiyên ku ji aliyê Saziya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) ve hatine eşkerekirin, li Asimbeylî ya nevçeya Edenê erdhejêk bi heza 3.7 çê bû.
Hat eşkerekirin ku kûrahîya vê erdhejê 7.3 kîlometre û heta niha agahîyên tu zirarên giyanî an madî nehatiine standin.
Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023ê, ev nêzîkî salekê ye erdhejên bi vî rengî dewam dikin û pispor jî haydariyê didin ku avahiyên bêserûber bên tekûzkirin da ku wendahiyên canî çê nebin.