Di 2 êrişên DAIŞ'ê de 19 leşkerên rêjîma Sûriyeyê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 2 êrişên DAIŞ'ê li dijî hêzên rêjîmê li beyabana Sûriyeyê de, 19 leşker hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞ'ê li beyabana Tedmurê êrişî otobîseke leşkerên rêjîmê kir, di encamê de 14 leşker hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama êrîşa DAIŞê li otobîseke leşkeran li Tedmurê de, 8 leşker û kesekî sivîl hatine kuştin û 13 kes jî birîndar bûne.

Herwiha Rewangehê got jî, çekdarên DAIŞê li beyabana Esreya ya rojavayê Reqayê jî êrîşî hêzeke rêjîmê kir, di encamê de 5 leşker hatin kuştin ku di nav wan efserek hebe.

Li gorî Rewangehê, ji destpêka vê salê ve, êrîşên çekdarên DAIŞê li li beyabana Sûriyeyê li navçeyên ku di destê hêzên rêjîmê de, zêde bûne.