Ebdulxaliq Babîrî: Kêmkirina budceya hêzên Pêşmergeyan peywendî bi çaksaziyan ve nîne

Ebdulxaliq Babîrî
Ebdulxaliq Babîrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji K24ê re eşkere dike, kêmkirina budceya hevpeymanan ji bo hêzên Pêşmergeyan peywendî bi çaksaziyên wezaretê ve nîne.

Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulxaliq Babîrî ji K24ê re ragehand, arîkariyên Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê û hevpeymanan ji bo hêzên Pêşmergeyan peywendî bi çaksaziyan ve nîne, belkî ew arîkarî ji bo çend salan hatiye destnîşankirin.

Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da, her salekê ku lîwayeka nû ji hêzên Pêşmergeyan tê pêkanîn an pêdivîtiyên wan tên amadekirin, hindek ji budceya wan tê birîn, ev jî li dû wê lihevkirinê ye ya ku di navbera me û Amerîkayê de heye û ne tiştekê nû ye.

Ebdulxaliq Babîrî got, “Kêmkirina budceya hêzên Pêşmergeyan peywendî bi çaksaziyê ve nîne”.