Zêdetirî 32 hezar kompaniyan li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 32 hezar kompaniyan hatine tomarkirin, ji wê hejmarê jî sê hezar û 362 kompanî biyanî ne.

Di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, sîstema tomarkirina kompaniyan bûye eliktironî û mezaxtiyê damezrandina wan jî 80% hatiye kêmkirin, ev jî wesa dike ku rêjeyeka zêdetir a kompaniyên biyanî berê xwe bide Herêma Kurdistanê.

Şahîn Kemal, ku birêveberê kargêriya yek ji kompaniyê Tirkiyeyê yên li Hewlêrê ye, ji K24ê re got, “Kargeha me çend cûnên pêdivîtiyên avahiyan berhem tîne, Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek hêsankarî ji me re kirine, ji bo ku kompaniyeka biyanî li vê derê bikare berhemên xwe çê bike”.

Birêveberê Giştî yê Tomara Kompaniyan li Herêma Kurdistanê Bilind Mihemed ji K24ê re ragehand, “Kompaniyên biyanî li Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de kar dikin, wekî warên çandinê, petrolê, weberhênanê û rê û cadeyan. Sermayeyên wan ji 500 heta milyon dolaran û zêdetir e, ku gelek mifa ji bo peydakirina derfetên karî li Herêma Kurdistanê heye”.

Li dû amara fermî ya Birêveberiya Tomara Kompaniyan, di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de 10 hezar û 510 kompanî hatine tomarkirin. Bi rengekê giştî, 32 hezar û 166 kompanî li Herêma Kurdistanê hene, ku 28 hezar û 804 ji wan navxweyî û sê hezar 362 jî biyanî ne.