Şandeka teknîkî ya Herêma Kurdistanê li Brxdayê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeka teknîkî ya Herêma Kurdistanê li Brxdayê ye, dixwaze li ser mezaxtiyên deranîn û berhemanîna petrolê bi berpirsên Îraqê re bigehe lihevkirinekê.

Li gor zanyarên K24ê, Şandeka teknîkî ya Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 10ê Çileya 2024ê) ji bo danûstandinan li ser mezaxtiyên deranîn û veguhastina petrola Herêma Kurdistanê çûye Bexdayê.

Ew şand bi berpirsên Hikûmeta Federalî re danûstandinan li ser mezaxtiyên deranîn û veguhastina petrolê dike, û her du alî dixwazin li ser hejmareka rastîn bigehe lihevkirinekê û di edilandina qanûna budceyê de binecih bikin.

Ev di demekê de ye ku di civîna dawiyê ya şanda Herêma Kurdistanê û Îraqê de hevfehimandin hebû, ku lijneyek bi kompaniyên deranîn û veguhastina petrolê re bê çêkirin, ji bo ku di nêzîktirîn demê de li ser diyarkirina hejmarekê li hev bikin, ku li dû qanûna budceya Îraqê ji bo deranîna her bermîlekê şeş dolar hatine diyarkirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî daxwaza 26 dolaran kiriye.