Îran nasnameya xwekujên teqîna bajarê Kirmanê eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Iranê ragihand, nasnameya her du xwekujên ku li bajarê Kirmanê êrişa terorîstî pêk anî, hatin aşkerekirin.

Li bajarê Kirmanê, roja 3ê Çileya 2024an du teqîn di merasîma bîranîna kuştina Qasim Silêmanî de, rû dabûn û 95 kes hatibûn kuştin û zêdetir ji 284 kesên jî birîndar bûbûn.

Di vê derbarê de, Wezîrê navxwe ya Îranê Ehmed Wehîdî îro Çarşemê got, yek ji xwekujan welatiyekî Tacîkistanê bû û yê din jî eger heye ew jî Tacîkî be.

Ehmed Wehîdî diyar kir jî, hin kesên ku pêwendiya wan bi vê êrîşa terorist re hebûne, hatine girtin û dest danîne ser kelûpelên wan.

Pêştir jî, Dozgerê Giştî yê Kirmanê Mehdî Bexşî di vê dosyeyê de biryara desteserkirina 32 kesan dabû û niha ew di bin lêkolînê de ne.