Sirûş Ebdullah: Biryareke Hikûmeta Herêma Kurdistanê koçberiya ciwanan kêm kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Tora Hevrêziya Rêxistinan aşkere dike, biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo peydakirina derfetên kar ji kedkarên xwecihî re bi rêjeya %75 di nava kompanyayan de, rêjeya koçberiya ciwanên Kurdistanê kêm kiriye.

Berdevkê Tora Hevrêziya Rêxistinan Sirûş Ebdullah ji K24ê re ragihand: “Ji sala 2020 heta 2021ê ku sala koçkirina ciwanan bû, 31 hezar xortên Kurd koçber bûne. Di sala 2022’an de, ew hejmar daketiye 2 hezar kesî. Di sala 2023’an de jî hejmara ciwanên koçber bûne daketiye 1300 kesan. Herwiha 3 hezar û 121 ciwan dîportî Kurdistanê hatine kirin.”

Sirûş Ebdullah amaje bi wê yekê kir, nearaiya siyasî û rewşa aborî ya li Iraq ku beşek ji Kurdistanê ye, Efxanistan, Sûriye û Lubnan, bûne sedema koçberiyê.

Diyar kir jî: “Sedema kêmbûna koçberiya ciwanan a di sala 2023'an de, ji ber şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê ye. Her dema têkiliyên Tirkiye û Ewropayê xirab bibin jî, koçberî zêde dibe.”

Got jî: “Sedemeke din a kêmbûna koçberiya ciwanan li Herêma Kurdistanê ye, ew jî giranbûna rewşa jiyanê ya li Tirkiye û Ewropayê ye. Lê biryara Serokatiya Encûmena Wezîran ya ji bo peydakirina derfetên kar ji kedkarên xwecihî re bi rêjeya %75 di nava kompanyayan de, rêjeya koçberiya ciwanên Kurdistanê kêm kiriye, tevî ku heta niha hejmarek kêm ji kompaniyan ew biryar cîbicî kirine.”

Amaje bi wê yekê kir jî, beriya şerê Iraqê, kurdên derveyî Kurdistanê vedigeriyan Kurdistanê û got: “Eger Iraq destûrê cîbicî bike, Kurdistan dê wek berê bê vejandin, aramiya siyasî jî dê vegere.

Berdevkê Tora Hevrêziya Rêxistinan di wê baweriyê de ye ku Iraq naxwaze gelê kurd di nav xweşiyê de bijî û got: “80% ji ciwanên ku di sala 2023an de koçber bûne, ciwanên Ranya û Qeladizê ne, ew ji ber nebûna derfetên kar li van deveran, neçarî koçberiyê bûne.