Dolarê Amerîkî sînorê 30 lîreyan derbas kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dolarê Amerîkî rekoreke nû li hember lîreya Tirkî tomar kir û her dolarek ji 30 lîreyan derbas kir.

Lîreya Tirkî beramber dolarê Amerîkî ji sala borî heta niha nirxê xwe ji sedî 60 ji dest daye.

Li gor daneyên Bloombergê, îro demjimêr 10.25an nirxê dolar ji sedî 0,14 zêde bû û derket 30,0074 lîreyî.

Herwiha, nirxê euro jî bû 33 lîreyên Tirkî.

Lîreya Tirkî ji dawiya meha Tebaxa borî ve bûye zincîreke ziyana hêdî dibîne, ku ji destpêka îsal ve jî bi rêjeya %1.6 kêmbûna xwe berdewam dike.

Bryar e jî Rêvebira Banka Navendî ya Tirkiyê Hafîza Kaya Arkan îro piştî nîvro li New Yorkê bi veberhênerên biyanî re bicive, da ku wan razî bike ku vegerin ser kirîna lîreyan.