Dijeterora Kurdistanê: Droneka bombekirî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat êxistin

Logoya Dijeterora Kurdistanê
Logoya Dijeterora Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneka bombekirî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat êxistin, ku ji aliyê milîşyayên neqanûnî yên Îraqê ve arasteyî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li wê balafirxaneyê hatibû kirin.

Li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, îro (Pêncşem, 11ê Çileya 2024ê) seet 18:50, droneka bombekirî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat pûçkirin û êxistin, ku ji aliyê milîşyayên neqanûnî ve arasteyî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li wê balafirxaneyê hatibû kirin.

Herwesa li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, doh (Çarşem, 10ê Çileya 2024ê) seet 20:58 jî, droneka bombekirî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat pûçkirin û êxistin, ku ji aliyê milîşyayên neqanûnî ve arasteyî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li wê balafirxaneyê hatibû kirin.

Her li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, roja 5ê Çileya 2024ê jî bi rêya droneka bombekirî êrîşî bingeha serbazî ya Herîrê li parêzgeha Hewlêrê hatibû kirin, ku pêştir wekî bingeheka serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê dihat bikaranîn.

Her Dijeterora Kurdistanê ragehandibû, roja 2ê Çileya 2024ê seet 9:52 jî, droneka bombekirî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat pûçkirin û êxistin, ku ji aliyê milîşyayên neqanûnî ve arasteyî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li wê balafirxaneyê hatibû kirin.