Dihok.. gulehawinek dikeve û zirarê digehîne erebeya welatiyekî

Navenda Nûçeyan (K24) – Gulehawinek li ser rêyeka serekî ya parêzgeha Dihokê dikeve û zirarê digehîne erebeya welatiyekî.

Îro (Pêncşem, 11ê Çileya 2024ê) gulehawinek li ser rêya Qediş-Sersinkê li parêzgeha Dihokê keft û zirar gehandin erebeya welatiyekê xelkê nahyeya Baedrê, ku navê wî Elî Îsa ye, lê çi zirarên canî jê çê nebûne.

Ev demeka dirêj e ku şer û berhingarî di navbera çekdarên PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de li deverê hene û bûne sedema wê yekê ku metirsî bikeve ser welatiyên Herêma Kurdistanê, zêdebarî wê yekê ku bûne sedema sotina rez û bûstanan û wêranbûna malên xelkî û birîndarbûn û şehîdbûna wan.