Du filmên derhênerekê Kurd berbijarên xelata Oskara Belçîkayê ne

Sehîm Omer Xelîfe
Sehîm Omer Xelîfe

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya çalakiyên Filmefestîvala Navdewletî ya Ostendê de li Belçîkayê, xelata Ensorê tê parvekirin, ku wekî giringtirîn xelat di warê sînemayê de li wî welatî tê hesibandin û wekî Oskara Belçîkayê hatiye nasandin, du filmên derhênerê Kurd Sehîm Omer Xelîfe jî berbijarên du xelatan in.

Xweşiktiya Veşartî ya Îraqê belgefilmekê wî derhênerê Kurd e, ku berbijarê xelata baştirîn belgefilm e û hevrikiya çar belgefilman dike, herwesa bi rêya filmê sînemayî Mêsiyê Bexdayê jî berbijarê xelata baştirîn derhêner e.

Ew xelat ji aliyê akademiya Ensorê ya Belçîkayê ve tên pêşkêşkirin, berbijar ji aliyê endamên lijneya dadweriyê ve tên yekalîkirin ku du hezar endam in, paşî ji aliyê lijneyeka girêdayî akademyayê ve xelat tên diyarkirin û li roja 3ê Şibata 2024ê li hola Korsalê li Ostenda Belçîkayê tên parvekirin. Gera wê ya yekê li sala 2010ê bi rê ve çû.

Filmê Mêsiyê Bexdayê li Berçileya 2023ê xelata baştirîn ekterê mêr li gera dehê ya Filmefestîvala Dihokê ya Navdewletî wergirt û pêşkêşî ekterê serekî yê wî filmî Ehmed Mihemed hat kirin.

Li Mijardara 2023ê jî, Mêsiyê Bexdayê sê xelatên serekî li gera 26ê ya Filmefestîvala Navdewletî ya Arpayê li Holeywooda Amerîkayê wergirtin, ew jî xelatên baştirîn film, baştirîn derhêner û baştirîn sînaryo bûn. Zêdebarî xelateka din li Filfestîvala Navdewletî ya Schlingelê ya Almanyayê.

Xweşiktiya Veşartî ya Îraqê behsa wînegirê Îraqî Letîf Anî dike û li gera 10ê ya Filmefestîvala Dihokê ya Navdewletî xelata baştirîn belgefilmê Kurdî wergirt û niha li sînemayên Brîtanyayê tê pêşkêşkirin.

Sehîm Omer Xelîfe li bajarê Zaxoyê hatiye ser dinyayê, bi rêya du filmên dirêj ên sînemayî û çend kurtefilm û belgefilman zêdetirî 110 xelatan li festîvalên navdewletî wergirtine.