Firokeyên Tirkiyeyê 2 cihên cuda li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin

Westegha Ewdê ya Petrolê
Westegha Ewdê ya Petrolê

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyeyê şeva borî êrîşî 2 cih li Tirbesipî û Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên şer ên Tirkiyeyê şeva borî westgeha petrolê ya Awda ya li bajarokê Tirbesipiyê û 2 caran cihekî şûnwariyê li Dêrikê bombebaran kirin.

Heta niha zanyarî derbarê ziyanên canî û madî nehatine ragihandin.

Ev êrîş piştî wê tê, PKKê êrîşî baregeheke leşkerên Tirkiyeyê li Zapê kir û di encamê de jî, 9 leşkerên Tirkiyeyê hatibûn kuştin.

Piştî êrîşa PKKê, Tirkiye, bingehên PKKê yên li Zap, Garê, Metîna, Xakurkê û Qendîlê û hin cih û navçeyên rojavayê Kurdistanê bi firokeyan bombebaran kirin.