Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasima bîranîna “Şehîdên Iraqê” dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo beşdarbûna merasima terorkirina Mihemed Baqir Hekîm ku hevdem e bi roja “Şehîdên Îraqê” re, li Bexdayê ye û hejmarek hevdîtin jî bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 13.01.2024an bi mebesta beşdarbûna merasîma salvegera terorkirina Mihemed Baqir Hekîm, rêberê berê yê Tevgera Hikme ya Nîştimanî û bavê Emmar Hekîm, giheşte Bexdayê.

Herwiha, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, serokê berê yê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û bi dehan berpirsên hikûmetê û partiyên Iraqê jî beşdarî merasîmê dibin.

Seyîd Mihemed Baqir El-Hekîm, lêveger û siyasetmedarekî navdar ê Şîe li Iraqê bû. Di 29’ê Tebaxa 2003’an (1ê meha Recep a Koçî) de piştî pêşkêşkirina gotarekê li Mezargeha Îmam Elî ya Necefê, bi riya teqandina otomobîleke bombebarkirî hat terorkirin.

Mihemed Baqir Hekîm yek ji lêvegerên bilind ên Şîe yên Iraqê û damezrênerê Encûmena Bilind a Şoreşa Îslamî bû, ku yek ji hêzên opozisyona li dijî rejîma Sedam Husên bû.

Civînên Serokê Herêma Kurdistanê

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê got, tê çaverêkirin ku piştî merasîmê; Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û hejmarek berpirsên hikûmetê re bicive.

Li gor peyamnêrê K24ê, mijarên sereke yên civînan, dê sererastkirina yasaya bûdceya Iraqê û dariştina yasaya petrol û gazê be.