Tirkiye: 25 pêgehên PKKê hatin armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyeyê, deverên Metîna, Xakurk û Qendîl yên Başûrê Kurdistan û Dêrik û Tirbesipiyê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê da xuyakirin, şeva borî demjimêr 21:00, firokeyên şer yên Artêşa Tirkiyê, li deverên Metîna, Xakurk û Qendîl yên bombebaran kirine.

Da zanîn jî, di operasyonê de 25 şikeft, sitargeh û komgehên cebilxaneyê yên baregehên PKKê hatine armanckirin û jinavbirin.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, droneke Tirkiyeyê çend caran êrîşî kêlgeha petrolê ya Ewdê li Tirbesipiyê û gundê Sirik ê li Dêrikê bombebaran kirin.

Ev êrîş piştî wê tên, berî du rojan di endama êrîşeke PKKê de li ser binkeyeke artêşa Tirkiyeyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de, 9 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin.

Piştî êrîşa PKKê, Tirkiye, bingehên PKKê yên li Garê, Zap, Metîna, Xakurkê û Qendîlê û hin cih û navçeyên rojavayê Kurdistanê bi firokeyan bombebaran kirin.

Di vê derbarê de, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Teyyip Erdogan duhî ragihand, “Gefên liser hebûna Komara Tirkiyeyê, dê di çavkaniyên de werin astengkirin. Êrîşên li dijî PKK û piştevanên wan bi biryar dê bidomin.”