Zarokên Diyarbekirê çalakiya sersalê kirin

Zarokên Diyarbekirê
Zarokên Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê, ji aliyê Komeleya Hêviyên Rengîn a Zarokan û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ve pêşwaziya sersala Rûmî hat kirin ku ev roj di nav Kurdên Bakurê Kurdistanê de wekî sersala Kurdan jî tê pênasekirin.

Ji ber rastlêhatina 13ê Çileyê ku ji aliyê xelkê Bakurê Kurdistanê ve wekî destpêka sala nû tê pêşwazîkirin, şahiyeke zarokan hat lidarxistin. Ji bo ku kevneşopiya sersalê di nav Kurdan de berdewam bike, Komeleya Hêviyên Rengîn a Zarokan û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê her sal bi hevparî van şahiyan li dar dixin.

Zarokên ku cilûbergên kosegeriyê û cil û bergên Kurdî li xwe kirin, li kolanên navçeya Sûrê ya Diyarbekirê geriyan û li ber dengên erbaneyan, sala nû pêşwazî kir.

Di çanda sersalê ya Bakurê Kurdistanê de zarok û ciwan bi cil û bergên cihêreng mal bi mal digerin û bi stran û metelokên Kurdî sersala welatiyan pîroz dikin. Welatî jî van zarok û ciwanan destvala venagerînin û pere, fêkî û xwarinên cur be cur dikin tûrikên wan.