4emîn Peşangeha “Kerevanîst” li Stenbolê hat vekirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Peşangeha 4'emîn a Karawan û Amûr û Amûrên Kampê ya Stenbolê “Karavanîst” li avahiya Fûar û Kongreyê ya Tûyapê a Stenbolê deriyê xwe vekir. Ji ber vîrûsa koronayê, erdhej û kirêya zêde bûye, welatî ji bo kirîna karawanan eleqeyek mezin nişan didin peşangehê.

Peşangeha 4'emîn a Kerevan û Amûrên Kampê ya Stenbolê “Kerevanîst” ku di warê xwe de mezintirîn çalekîya herî mezin li Tirkiyê ye û navendekê tekane dabînkirina pîşesazîya karawan û geştîyarîya xwezayê ye ku di aboriya Tirkiyê de dest bi bidestxistina cihekî girîng dike, hat vekirin. Eleqeya peşangehê li gorî salên berê zêdetir bû. Sedema vê jî korona, erdhej û kirêya zêde ye. Xwediyên kompanîyan û welatiyên beşdarî peşangehê bûne diyar dikin ku ji ber erdheja li welat û her ku diçe bihayê kirê zêde dibe eleqeya ji bo karwanan zêde bûye.

Xwediyê Kompanîyê Îbrahîm Aksoy got: “Karawanên ku berê ji aliyê hezkiriyên xwezayê ve dihatin tercîhkirin, niha bûne tercîha hemû welatiyan. Di dawiya sala 2019’an de bi pandemiyê re daxwaz zêde bû, piştre ji ber erdhejê û kirêyên giran ev zêdebûn derket sedî sed.”

Xwediyê Kompanîye Tamer Karaoglu dibêje: “Peşangeh pir çalak e û eleqeyeke zêde heye. Ez difikirim ku ew ê hîn bêtir xurt bibe. tesîra ku ji ber Corona, paşê tesîra erdhejê û ji aliyê aborî û kirêya ku em niha li Tirkiyeyê dijîn eleqeya ji bo karawanan zêde kiriye.

Piraniya welatiyên beşdarî peşangehê dibin diyar dikin ku ji ber zêdebûna buhayê kirê û erdheja îxtîmal a Stenbolê jiyana di karawanê de ewletir e.

Welatî Salîh Erdogan got: “Rewşa welat diyar e. Enflasyon dîn dibe. Hema bêje her roj erdhej çêdibin. Ji bo zêdekirina kirê nebêjin. "Ez jixwe evîndarê xwezayê me û ji ber kirêya zêde û ji ber ku ewletir e em hatin li karawanekê bigerin.”

Peşangeh li gorî par ji sedî 100 mezin bûye îsal li ser 70 hezar metreye çar koşeyî li 8 salonan tê lidarxistin. Peşangeh di navbera 6-16 Çile ye de dikare were ziyaretkirin.