Îraq biryarê dide 618 milyar dînaran ji bo Herêma Kurdistanê bişîne

Civîna Civata Wezîrên Îraqê
Civîna Civata Wezîrên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Civata Wezîrên Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî civiya û biryar da ku 618 milyar dînaran li ser xerciya rastîn ji bo mûçeyên Çileya îsal ên Herêma Kurdistanê bişîne.

Civata Wezîrên Îraqê îro (Yekşem, 14ê Çileya 2024ê) bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya û çend biryar derxistin.

Di nav wan biryaran de, danûstandin li ser pirsa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê jî hatin kirin û biryar li ser hat dan ku, li dû budceya giştî ya sala 2024ê, herwesa li dû xerciya rastîn, 618 milyar dînar ji bo mûçeyên Çileya sala 2024ê yên Herêma Kurdistanê bên şandin.

Herwesa Civata Wezîrên Îraqê biryara pejirandina xwedîtiya rûberê 4500 metrên ducarkî, ji rûberê hejmar 4/100 ku dikeve devera Sêkaniyanê li parêzgeha Kerkûkê, ji bo Kildanyan da.

Herwesa biryar li ser kêmkirina 50% ji nirxê wê yê rastîn da, zêdebarî kuştina 50% ji ya mayî, piştî helsengandina nirxê wê li Fermangeha Erd û Xaniyan a Dewletê.