Ji bo cara yekê Mala Kurdistanê li Davosê tê vekirin

Mala Kurdistanê li Davosê
Mala Kurdistanê li Davosê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di gera 54ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanî de ku li Davosa Swîsrayê tê kirin, ji bo cara yekê li ser cadeya serekî ya Davosê, Mala Kurdistanê jî wekî malên welatên din tê vekirin.

Korbenda Aborî ya Cîhanî (Davos 2024) dê li rojên 15 heta 19ê Çileya 2024ê bê kirin û bi pêşengiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi çavdêriya Nivîsîngeha Pêşengî û Peywendiyan a Nivîsîngeha Serokwezîrî, Mala Kurdistanê li Davosê tê vekirin.

Mala Kurdistanê li Davosê bi rex malên welatên Erebistana Siûdiyê, Îmarat, Yewnan, Belçîka, Hindistan, Ukrayna, Polenda û welatên din ve (Îraqê mal li Davosê nîne), dê di dema heftiya wê korbendê de pêşwaziya mêvanan û pişkdaran bike, herwesa dê pareka pilana berbazarkirin û balkêşana welatan û kompaniyên mezin ên cîhanê be, ji bo weberhênanê di kertên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê de.

Tê çaverêkirin ku li Mala Kurdistanê li Davosê çend hevdîtin û civînên giring bên kirin, û hevdîtinên berhemdar bi weberhêner û nûnerên rêkxistin û dezgehên navdewletî û kompaniyên cîhanî re bên kirin. Herwesa li Mala Kurdistanê li Davosê dê çend hevdîtinên siyasî û diplomatî yên giring jî hebin.

Li gor zanyaran, bi hevahengiya Desteya Weberhênanê ya Kurdistanê, çend çalakî dê li Mala Kurdistanê li Davosê bên kirin. Ji bo wê meremê jî, çend kompaniyên mezin û kesatiyên cîhanî hatine vexwandin, ew jî wekî piştevaniyekê ji bo kertê weberhênanê û weberhêneran li Kurdistanê. Herwesa tê çaverêkirin ku hejmareka girêbestan ji bo piştevaniya aborî ya Kurdistanê û kertên cuda cuda bê îmzakirin.