Rêveberiya Xweser: Artêşa Tirkiyeyê ji destpêka îsal ve 73 êrîş pêk anîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê encamên êrîşên artêşa Tirkiyeyê li ser navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê aşkere kirin.

Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Tirkiyeyê ji destpêka îsal û heta niha, 73 caran êrîş pêk anîne, ji wan 5 westgehên petrolê bombebaran kirin.

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê ku 5 navend hatin bombebarankirin û ew jî: Westgeha Siwêdiyê û Parzûngeha Tifle li Dêrikê, westgeha Ewde û Parzûngeha Girê Pirê li Tirbespiyê û depoyên sererastkirina zeviyên petrolê û stasyona elektirîkê ya li bajarokê Rimêlan.

Diyar kir jî, artêşa Tirkiyeyê 7 caran êrîş li Kobanê pêk anîn ku du caran westgeha elektirîkê bombebaran kir û di encama wê de elektirîkê ji ser zêdetir 400 gundî hate qutkirin.

Li Eyn Îsayê di encama topbaranê de elektirîk ji ser navenda navçeyê û zêdetirî 25 gundî hate qutkirin.

Li Amûdê di encama topbaranê de elektirîk ji ser bajêr û 90 gundî hate qutkirin.

Li Tirbespiyê, di encama topbaranê de elektirîk ji ser bajêr û 190 gundî hate qutkirin.

Li Qamişlo, jenetor û westgeha elektirîkê gelek caran hate topbarankirin û di encama wê de elektirîk ji ser zêdetirî ji sedî 70 ji bajar û gundewarên wê hate qutkirin.

Li Dirbêsiyê, westgeha elektirîkê ya navçeyê îro di saetên sibê de hate topbarankirin û di encama wê de kehrebe ji ser bajar û gundewarên wê hate qutkirin.

Her wiha artêşa Tirkiyê 5 xalên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (3 li Cizîrê û 2 jî li navçeya Eyn Îsa) topbaran kirin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat gotin: Artêşa Tirkiyeyê di nava 48 demjimêrên dawî de, 45 sazî û malên sivîlên topbaran kirin.

Diyar kir jî, Di encama topbaranê de, 6 welatî birîndar bûn (2 li navçeya Amûdê û 4 li navçeya Dirbêsiyê).

Herwiha artêşa Tirkiyeyê îro bi çekên giran gundewarên Til Temir, Minbic, devera Şehbayê jî topbaran kirin. Heta niha agahî derbarê ziyanên ku çêbûne de nehatine bidestxistin.

Da zanîn jî, topbarana artêşa Tirkiyeyê li ser navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bi top û dronan didome, bêyî ku hêzên garantor ti destêwerdanê ji bo agirbestê bikin.