Dîsa skala li dijî parvekerên nûçeya kuştina Jîna Emînî hat tomarkirin

Nîlûfer Hemîdî û Îlahe Mihemedî
Nîlûfer Hemîdî û Îlahe Mihemedî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojekê piştî azadbûna wan, skalayeka din li dijî wan her du rojnamevanên Îranî, yên ku ji bo cara yekê bizava kuştina Jîna Emînî parve kiribû, li Dadgeha Inqîlabê ya Tehranê hat tormarkirin.

Her du rojnamevanên Îranî Nîlûfer Hemîdî (31 salî) û Îlahe Mihemedî (36 salî) kesên yekê bûn ku li Îlona 2022ê nûçeyê kuştina Jîna Emînî parve kiribû. Çend rojan paştir jî bi tometa parvekirina wê nûçeyê û çend tometên din, sizayê çend salên zindanîkirinê li dadgeha Tehranê ji bo wan derkeftibû.

Ew 17 meh bûn ku ew her du rojnamevan di zinadanê de bûn, doh (Yekşem, 14ê Çileya 2024ê) bi kefaleta 170 hezar Yoroyan ji bo her yek ji wan û bi rengekê demkî hatin azadkirin. Lê piştî ku hatine azadkirin, wêneyên wan her du rojnamevanan bê hîcab li nav torên civakî parve bûne û rengevan jê peyda bûye.

Malpera Mîzan Onlaynê ya girêdayî desthilata dadwerî ya Îranê îro (Duşem, 15ê Çileya 2024ê) parve kiriye, skalayeka nû li dijî wan her du jinên rojnamevan li dadgeha Înqîlabê ya Tehranê hatiye tomarkirin ji ber ku wan hîcab bi kar neaniye.

Ew her du rojnamevan bi rengekê demkî hatine azadkirin heta ku dadgehkirina wan li dadgeha Tehranê tê kirin. Helbet geştkirina derveyî welatî jî li wan her du rojnamevanan hatiye qedexekirin.

Li sala 2023ê, bi tometa “dana zanyaran ji bo Amerîkayê, pîlangêriya li dijî ewlehiya welatî û bangeşekirina li dijî Komara Îslamî ya Îranê”, sizayê 12 salên zindanîkirinê li ser Îlahe Mihemedî ya peyamnêra rojnameya Ham Mîhanê hatibû sepandin.

Herwesa bi tometa “dana zanyaran ji bo Amerîkayê, pîlangêriya li dijî ewlehiya welatî û bangeşekirina li dijî Komara Îslamî ya Îranê”, sizayê 13 salên zindanîkirinê li ser Nîlûfer Hemîdî ya wênegira rojnameya Şerqê ya Îranî jî hatibû sepandin.