Îsmaîl Ebdulezîz: Karwanekê dî yê arîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê tê şandin

Îsmaîl Ebdulezîz
Îsmaîl Ebdulezîz

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî radigehîne, “Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serokê Borda Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karwanekê dî yê arîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê dişîne”.

Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Îsmaîl Ebdulezîz îro (Duşem, 15ê Çileya 2024ê) ji K24ê re ragehand, “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di roja yekê ya erdhejê de ku li Rojavayê Kurdistanê rû da, tîmên xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê û xasma ji bo Efrînê şandine. Ev dezgeh ji wê rojê were berdewam bi xelkê Efrînê re ye û arîkarî jê re şandine”.

Wî endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herwesa ragehand, “Ev cara şeşê ye tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî serdana Efrînê dikin û arîkariyan pêşkêş dikin”.

Îsmaîl Ebdulezîz amaje da, “Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serokê Borda Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî van arîkariyan ji bo Efrînê dişîne”.

Herwesa behs kir, “Me li bajarê Efrînê Senterê Barzanî damezrandiye, ku senterekê rewşenbîrî ye û ev şeş meh in karê xwe dike, arîkariya xelkî dike. Herwesa mehane bi rengekê berdewam arîkarî ji wan zarokan re tên pêşkêşkirin, ên ku navên wan wekî parek ji pirojeya Ezîzên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê hatine nivîsîn”.