Di êrîşa li ser Hewlêrê de 4 welatî şehîd bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrişa mûşekî ya şeva borî li ser bajarê Hewlêrê de, 4 sivîl şehîd bûn û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên K24ê, di encama çend êrişên mûşekî yên derengiya şeva Duşemê (15.12.2024) li ser Hewlêrê de, 4 sivîl şehîd bûn û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Supaya Pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de berpirsyariya êrîşa li ser Hewlêrê girt ser xwe û aşkere kir ku êrîş bi mûşekên balîstî hatiye kirin.

Supaya Pasdarên Îranê got ku êrîş bi mûşekên balistî pêk anîne ku çend cih armanc kirine, bihane jî wek tolhildana êrîşa vê dawiyê ya li ser wî welatî girtiye.

Piştî êrîşê Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji K24ê re ragihand, Hewlêr aram e û hêzên asayiş û polîs hemû amadekariyên xwe bo her rewşeke nexwestî kirine û dê di xizmeta welatiyan de bin.