Nûtirîn amara zirarên canî yên êrîşa Îranê li ser Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li dû nûtirîn amar ku ji çend çavkaniyan bi dest K24ê keftine, ji ber êrîşa şeva borî ya Îranê bo ser Hewlêrê, pênc welatiyên sivîl şehîd bûne û şeş welatiyên din jî birîndar in.

Peyamnêra K24ê Şeyma Bayîz got, “Di êrîşa şeva borî ya Îranê ya li ser Hewlêrê de, malên çend welatiyan hatine armanckirin. Li dû nûtirîn amar, pênc welatiyên sivîl şehîd bûne û şeş welatiyên din jî birîndar in”.

Herwesa eşkere kir, “Piraniya birîndaran ji yek malbatê ne, li nexweşxaneyên hawarhatinê yên rojava û rojhilatên Hewlêrê li jêr çavdêriya tendirustî ne û rewşa yek ji wan xirab e”.

Li dû zanyarên peyamnêra me, du ji wan kesên ku şehîd bûne biyanî ne û wekî karker li malekê bûne, heta niha jî termê yek ji wan nehatiye dîtin.

Şeyma Bayîz amaje da ku yek ji şehîdan zarokek e û jiyê wî yek sal û nîv e û direngiya şeva borî termê wî li bin herifteyekî hatiye dîtin.

Peyamnêra me herwesa ragehand, zarokekê nehsalî jî di nav birîndaran de heye, yek ji birîndaran jî ji ber giraniya birîna wî dê ji bo derveyî welatî bê şandin.

Seet 23:30 ê şeva borî (Duşem, 15.1.2024) artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî çend deverên sivîl ên Hewlêrê moşekbaran kirin.