Balyozê Brîtanyayê li Îraqê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Brîtanyayê li Îraqê êrîşên moşekî yên artêşa Pasdarên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike û radigehîne, ew êrîşên dijminkarane binpêkirinên serweriya Îraqê û ewlehiya Herêma Kurdistanê ne.

Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen bi rêya peyamekê li ser tora civakî ya “X”ê serexweşî li malbatên qurbaniyên êrîşa moşekî ya şeva borî ya li ser bajarê Hewlêrê dike û piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez dike.

Stephen Hitchen nivîsiye, “Ez vê kiryara dijminkarane ya Îranê li dijî Hewlêrê şermezar dikim, ku bûye binpêkirina serweriya Îraqê û ewlehiya Herêma Kurdistanê”.

Seet 23:30 ê şeva borî (Duşem, 15.1.2024) artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî çend deverên sivîl ên Hewlêrê moşekbaran kirin. Li gorî nûtirîn amar, pênc welatiyên sivîl şehîd bûne û şeş welatiyên din jî birîndar in ku rewşa tendirustiya hindek ji wan xirab e”.