Welatiyên Hewlêrê li dijî êrîşên moşekî kom dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo şermezarkirina wê êrîşa moşekî ya ku li ser bajarê wan hatiye kirin, welatiyên Hewlêrê li bernaberî bingeha Neteweyên Yekgirtî kom dibin.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Sêşem, 16.1.2024) di ragehandinekê de amaje da, “Îro seet 10:30, ji bo gehandina dengê mezlûmiyetê û şermezarkirina bikerên wê tawana şeva borî li dijî bajarê Hewlêrê hatiye kirin, biçûk û mezin û hemî tex û çînên civakî dê li beranberî bingeha Neteweyên Yekgirtî li ser cadeya 100 metrî kom bibin”.

Parêzgerê Hewlêrê got, “Destûrî bi wan welatiyan hatiye dan û em jî dê piştevaniya wan bikin û dê bi wan re bin”.

Herwesa got, “Em daxwazê ji cemawerê herdem serbilind ê Hewlêrê û derdora wê dikin, ji bo gehandina dengê Hewlêrê û şermezarkirina wê tawanê bi rengekê birfireh tevlî vê çalakiyê bibin”.

Seet 23:30 ê şeva borî (Duşem, 15.1.2024) artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî çend deverên sivîl ên Hewlêrê moşekbaran kirin.

Li gorî nûtirîn amar, pênc welatiyên sivîl şehîd bûne û şeş welatiyên din jî birîndar in ku rewşa tendirustiya hindek ji wan xirab e”.