Sê dronên bombekirî li Hewlêrê hatin êxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serê sibeha îro sê dronên bombekirî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatine êxistin.

Li dû zanyarên Dijeterora Kurdistanê, seet 05:05 ê serê sibeha îro (Sêşem, 16.1.2024), sê dronên bombekirî li Hewlêrê hatin pûçkirin û êxistin, ku arasteyî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatibûn kirin.

Ev di demekê de ye ku şeva borî (Duşem, 15.1.2024) artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî çend deverên sivîl ên Hewlêrê moşekbaran kirin.

Li dû nûtirîn amar, pênc welatiyên sivîl şehîd bûne û şeş welatiyên din jî birîndar in ku rewşa tendirustiya hindek ji wan xirab e.