Wezareta Derve ya Îraqê bangî Balyozê Îranê li Bexdayê dike

Wezareta Derve ya Îraqê bangî Balyozê Îranê li Bexdayê dike
Wezareta Derve ya Îraqê bangî Balyozê Îranê li Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îraqê bangî Balyozê Îranê li Bexdayê kir û beyannameyeka nerazîbûnê li ser êrşa şeva borî  ya artêşa Pasdaran bo ser Hewlêrê da destê wî.

Wezareta Derve ya Îraqê îro (Sêşem, 16.1.2024) bangî Balyozê Îranê li Bexdayê kir û beyannameyeka nerazîbûnê da destê wî.

Hikûmeta Îraqê di wê beyannameyê de ew destdirêjiyên ku Îranê şeva borî kirine ser hejamreka deverên Hewlêrê bi tundî şermezar kirine, ku ji verêja wan hejmareka welatiyên sivîl şehîd bûye û hind welatiyên din jî bi giranî birîndar bûne.

Ev di demekê de ye ku şeva borî (Duşem, 15.1.2024) artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî çend deverên sivîl ên Hewlêrê moşekbaran kirin.

Li dû nûtirîn amar, pênc welatiyên sivîl şehîd bûne û şeş welatiyên din jî birîndar in ku rewşa tendirustiya hindek ji wan xirab e.