Serokatiya Herêma Kurdistanê: Behaneya Pasdaran ji bo êrîşê bêbingeh û dûrî rastiyê ye

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dike
Logoya Serokatiya Herêma Kurdistanê
Logoya Serokatiya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa artêşa Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê şermezar dike û radigehîne, “Behaneya artêşa Pasdarên Îranê ji bo êrîşa li ser Hewlêrê bi temamî bêbingeh û dûrî rastiyê ye”.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 16.1.2024) peyamek parve kiriye ku de hatiye, “Em wê êrîşa dijminkarî ya ku artêşa Pasdarên Îranê şeva borî bi moşekên dûrhavêj kiriye ser Hewlêrê gelek bi tundî şermezar dikin, ku di verêja wê de hejmareka welatiyan birîndar û şehîd bûne.

Herwesa di pareka wê peyamê de hatiye, “Em serexweşiyê li malbat û kesûkarên şehîdan dikin, em hevsoz û hevxemên wan in û em daxwaza zûçarebûnê ji birîndaran re dikin”.

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa ragehand, “Berdewamiya armanckirina Herêma Kurdistanê û şehîdkirina welatiyan tawaneka bêbehane û dijî qanûnên navdewletî û cîraniyê û nirxên mirovî ye, herwesa binpêkirineka berçav a serwerî û aramî û seqamgiriya Îraqê ye. Herêma Kurdistanê qet ji bo çi aliyekî çavkaniya gefan nebûye û dê nebe”.

Herwesa gotiye, “Behaneya artêşa Pasdarên Îranê ji bo êrîşa li ser Hewlêrê bi temamî bêbingeh û dûrî rastiyê ye, lewma em daxwazê ji Hikûmeta Federalî ya Îraqê dikin ku ji bo diyarkirina rastiyan bi lez dest bi lêkolînan bike, herwesa erkê xwe ji bo parastina Herêma Kurdistanê bi cih bîne û rêyê li wan êrîşan bigire”.