Arecî: Ew xaniyê hatiye moşekbarankirin mala bazirganekê sivîl e û bingeha Mossadê nîne

Qasim Arecî
Qasim Arecî

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê û Serokê Lineya Lêkolînê ji bo Êrîşên Moşekî yên Artêşa Pasdaran li ser Hewlêrê Qasim Arecî ji K24ê re got, “Eşkere ye û ji me re diyar bûye ku ev xaniyê hatiye moşekbarankirin mala bazirganekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye.

Arecî îro (Sêşem, 16.1.2024) di serdana xwe ya ji bo Hewlêr de amaje da, “Hikûmeta Îraqê bi Hikûmeta Îranê re lihevkirineka ewlehiyê heye û Herêma Kurdistanê jî pareka wê lihevkirinê ye û pêngavên baş jî avêtine, lewma Hikûmeta Îraqê dê rêkarên giring bide ber xwe”.

Herwesa got, “Li ser mijara hebûna gomana wê yekê ku bingeheka Mossada Israîlê li vê derê hebe, me hemî xanî dîtin û ji me re diyar bû ku ev xaniyê bazirganekê sivîl e û ew propaganda ji rastiyê dûr in, ku qaşo bingeheka Mossada Israîlê kiriye armanc”.

Zêdetir jî got, “Bê goman ev binpêkirina serweriya Îraqê û Herêma Kurdistanê ye û me dê helwesteka ron li astê rûdaneka wesa hebe”.

Herwesa ragehand, “Em bi Wezîrê Navxwe û Wezîrê Tendirustiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatin ji bo ku ji nêz ve haydarî rewşê bibin, û me serdana mala Pêşrew Dizeyî kir. Qebareyê êrîşê gelek mezin e û xaniyê wî bi temamî wêran kiriye, mal û zarokên Pêşrewî berhingarî zirarên madî û canî yên mezin bûne”.

Arecî herwesa got, “Ji bilî cihê êrîşên moşekî, me li nexweşxaneya hawarhatinê jî serdana birîndaran kir. Em dê van hemiyan helsengînin û dê raporta xwe pêşkêşî Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bikin”.