Desteya Bilind a Çandî û Civakî ya Binkeya Laleşê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Bilind a Çandî û Civakî ya Binkeya Laleşê li Dihokê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û got: “Armanca êrîşan, têkbirina ewlekarî û aramiya Kurdistanê ye.”

Desteya Bilind a Çandî û Civakî ya Binkeya Laleşê îro 16ê Çile di daxuyaniyekê de êrîşa mûşekî ya şeva borî ya Supaya Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê şermezar kir, ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl şehîd bûn û çend kesên din jî birîndar bûn.

Desteyê, êrîşa Supaya Pasdarên li ser Hewlêrê bi “bê bihane” bi nav kir û got, armanca wan êrîşan “têkdana asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê” û binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em bang li hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî dikin ku li hember êrîşên mûşekî yên li ser Herêma Kurdistanê helwesteke cidî nîşan bidin.”

Şeva borî (Duşem, 15.01.2024) çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Piştre jî Pasdarên Şoreşa Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.