Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê bi Wezîrê Veberhênanê yê Siûdiyê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Korbenda Aborî ya Davosê de bi Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî, Xalid El-Falih re civiya.

Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî hevxemiya xwe ligel Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir, Erebistana Siûdî li gel bidawîkirina êrîş û aloziyan e.

Herwiha got, di demeke nêzîk de dê şandeke mezin a bazirganiya Siûdiyê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi pêwendiyên dîrokî û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdiyê de kir û tekezî li pêşxistina pêwendiyên dualî kir.