DEM Partî daxwaza zêdekirina demjimêrên dersên Kurdî dike

Dersa Zimanê Kurdî
Dersa Zimanê Kurdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) daxwaza zêdekirina demjimêrên dersên Kurdî ji Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê dike.

Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Cengîz Çîçek di derheqê perwerdeya Kurdî de pirsyarnameyek arasteyê Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn kir û daxwaza zêdekirina demjimêrên dersên Kurdî kir.

Cengîz Çîçek dibêje, xwendekarên Kurd di nava hefteyekê de tenê du demjimêran dersên Kurdî dixwînin. Lê li Tirkiyeyê 25 milyon Kurd hene û hikûmeta Tirkiyeyê, bi diyarkirina du demjimêran bo xwendina Kurdî, pirsa zimanê zikmakî paşguh dixe.

Parlamenterê DEM Partiyê pirsên wekî, “Heta niha li dibistanên seretayî çend xwendekar dersên Kurdî hilbijartine û çend polên Kurdî vebûne? Hejmara derçûyên Beşa Edebiyat û Zimanê Kurdî çend e û heta niha çend mamosteyên Kurdî hatine damezirandin?” arasteyê Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê kirine.

Piraniya zarokên Kurdan ên li Bakur û Tirkiyeyê, li dibistanan zimanê Tirkî nas dikin. Ev yek jî dibe sedem ku hem ji aliyê fêrbûnê ve hem ji aliyê derûniyê ve zehmetiyan bikişînin. Welatî û partî û rêxistinên Bakur jî çareseriyê di mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî de dibînin.