Serokê Estonyayê gihîşt Hewlêrê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Estonyayê Alar Karis îro 17.01.2024an gihîşte Hewlêrê û li Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, mijara sereke ya hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Estonyayê Alar Karis, pêwendiyên dualî ye.
Amaje bi wê jî kir, pirsa terorê jî dê mijareke din a hevdîtina her du serokan be, ji ber ku Estonya endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ye.
Estonya di sala 2014ê de di dema êrişên DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê de, endameke çalak a Hevpeymaniya Navdewletî ye û alîkariya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê kiriye.