Di encama êrîşên Tirkiyeyê de 20 saziyên enerjiyê li Rojavayê Kurdistanê ji kar derketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên di navbera 13 û 15’ê Çileyê de, 20 westgehên enerjiyê bi temamî ji kar derketin.

11 cihên petrolê, navendeke hilberîna kehrebeyê, 7 westgehên veguhestina kehrebeyê û westgeheke gazê bi temamî ji xizmetê derketine.

Artêşa Tirkiyeyê ji şeva 12-13’ê Çileya 2024’an heta şeva 15-16’ê Çileyê 80 deverên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran û topbaran kirine. Di êrîşan de herî zêde binesaziya herêmê hatiye armanckirin. 

Li gorî raporên medyayî, bi taybetî navendên petrol, elektirîk û gazê li herêma Cizîrê hatine bombebarankirin û ziyaneke mezin gihîştiye wan navendan. 

Hat ragihandin, 11 cihên petrolê, navendeke hilberîna elektirîkê, 7 westgehên veguhestina elektirîkê û westgeheka gaze hatine bombebarankirin û bi temamî ji xizmetê derketine.

Pêştir jî, Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de roja 15ê vê mehê ragihandibû, artêşa Tirkiyeyê ji destpêka îsal û heta niha, 73 caran êrîş pêk anîne û bi giranî navendên xizmetkariyê û westgehên enerjiyê hatine bombebaran kirin.