Yemen êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dike

Alaya Yemenê
Alaya Yemenê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Yemenê êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dike û radigehîne, “Ew êrîşa dijminkarane serwerî, ewlehî û seqamgiriya Îraqê dike armanc”.

Wezareta Derve ya Yemenê îro (Çarşem, 17.1.2024) êrîşa moşekî ya Îranê li ser Hewlêrê bi zimanekê tund şermezar kir ku hejmareka welatiyên sivîl bû qurbanî û zirareka zêde gehişt milk û malên giştî û taybetî.

Wezareta Derve ya Yemenê ragehand, “Ew êrîşa dijminkarane serwerî, ewlehî û seqamgiriya Îraqê kiriye armanc”. Herwesa daxwaz ji Civaka Navdewletî kiriye ku bi tundî li beranberî wan destdirêjiyên Îranê rabiweste.

Wezareta Derve ya Yemenê di pareka dî ya ragehandina xwe de hevxemî û dilsoziya xwe ji bo malbatên qurbaniyan diyar kiriye û daxwaza silametiyê ji bo birîndaran jî kiriye.

Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.