Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokê Fransayê re civiya

Mesrûr Barzanî û Emanuel Macron li DAvosê
Mesrûr Barzanî û Emanuel Macron li DAvosê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Fransayê li Davosê civiyan û tewerekê serekî yê civîna wan girêdayî êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê bû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 17.1.2024) li Davosê bi Serokê Fransayê Emanuel Macron re civiya.

Li dû ragehandineka Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tewerekê serekî yê civîna wan girêdayî êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê bû ku li ser Herêma Kurdistanê gefeka rastîn e û binpêkirineka eşkere ya serweriya Îraqê û Herêma Kurdistanê ye. Her du alî li ser giringiya parastina ewlehî û seqamgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.

Ji aliyê xwe ve Emanuel Macron bi dilgermî hevxemiya xwe ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir û bi piştgiriya temam a welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Emanuel Macron kir, ji ber hevxemî û piştevaniya wan a berdewam ji bo Herêma Kurdistanê, ku Fransayê di qonaxên cuda cuda de herdem piştevaniya gelê kurdistanê kiriye.

Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.