Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Çîkê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 17.1.2024) li Davosê bi Wezîrê Derve yê Komara Çîkê re civiya.

Wezîrê Derve yê Komara Çîkê Jan Lipavsky êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê û şehîdkirina xelkê sivîl bi tundtirîn awa şermezar kirin û piştevaniya welatê xwe ji bo ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê tekez kir.

Herwesa navbirî amaje da wê yekê jî ku li van nêzîkan şandeka mezin a bazirganên Çîkê dê serdana Îraq û Herêma Kurdistanê bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya dilsozî û piştevaniya Komara Çîkê kir û berheviya Herêma Kurdistanê ji bo peywendiyên dualî diyar kir.